Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Careke Din Piştgirî Dide Xwepêşandanên Îranê


Serokê Amerîka Donald Trump îro ji ser Twitterê banga “guhertinê” ji Îranê re kir, di vê demê de ku xwepêşandanên dijî hikûmeta Îranê belavtir dibin.

“Îran, tevî peymana navokî ya bi Rêvebirîya Obama, di her ware de têk diçe. Gelê Îranê yê mezin salên direj e di bin giwaştinê de ye. Ew birçî ne û ji azadî re tî ne. Ne tenê mafên mirovan, lê dewlemendîya Îranê jî tê talan kirin. Dema GUHERTIN hatiye!”

Piştî destpêbûna xwepêşandanên girseyî, cara duyê ye ku Trump qala xwepêşandana dike. Wî roja Yekşemê jî gotibû "Welatên Yekbûyî binpêkirinên mafên mirovan ji nêzîk ve dişopîne!" Trump roja Yekşemê twit kiribû.

Şîroveyên Trump berevajîya sîyaseta Obama ye, ku di dema xwepêşandanên 2009’an de helwesteke xurt nîşan nedabû û xwenîşandanan wek karên navxweyî yên Îranê nirxandibû.

Trump ji hatina ser desthilatê vir ve, helwesteke tund li dijî Îranê girtiye û peyman navokî ya bi Îranî pir caran li erdê xistibû û niha jî piştgirîyeke vekirî dide xwepêşanderên dijî hikûmetê.

XS
SM
MD
LG