Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îran Dê di Demeke Nêz de Dîyalogê Bixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku berovajî nûçeyan, rêvebirîya Washingtonê ser sîyaseta Îranê ti şer nekiriye.

Medya Amerîkî dide zanîn ku rêvebirîya Washingtonê ser sîyaseta dijî Îranê li hev nake.

Trump da zanîn ku nêrînên cuda hatine gotin û biryara dawî dê ew bide.

‘’Hemî alî, nêrîn û fermanan dinirxînin em. Ez bawer dikim ku Îran dê di demeke nêz de dîyalogê bixwaze’’ Trump di Twittere de nivîsî.

Nûçeyên di medya Amerîkî de radigihînin. Ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî John Bolton û endamên din yên hikûmetê ser sîyaseta dijî li hev nakin.

Li gor nûçeyan, hin endamên hikûmetê hewil didin ku Trump dijî Îranê fermana cengê bide.

XS
SM
MD
LG