Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Bo Dîyalogê bi Îranê re Hazir Im


Serokê Amerîka Donald Trump ji kanala Brîtanya, ITV re ser Îranê axifî.

Trump dîyar kir ku ew bo dîyaloga bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re hazir e lê da zanîn ku ew dikarin dijî Tehranê gaveke leşkerî jî biavêjin.

‘’Gava min dest bi kar Îran bi awayekî pir dijminane tevdigerîya. Wê demê li cîhanê terorîsta herî mezin bû, belkî niha jî wisa ye’’ Trump got.

Trump da zanîn ku ew naxwaze bi gavên leşkerî girjîya bi Îranê gur bibe lê got ku her tim gumaneke wisa heye.

XS
SM
MD
LG