Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump, Îranê bi Tundî Hişyar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku li gor agahîyên li ber destê wan Îran hazirîyê dike ku êrîşan bibe ser leşkerên Amerîkî yên li Îraqê.

Trump ji Twitterê da zanîn ku ger êrîşeke wisa çêbe ewê Îranê bêbersîv nehêlin.

‘’Li gor bawerîya me û agahîyên ji me re tên, Îran yan hêzên girêdayî wê planê dikin ku bi zexelîyê dijî leşkerên Amerîkî yên li Îraqê êrîşan çêkin. Ger tiştekî wisa biqewime, ewê Îran bi rastî bedeleke pir giran bide’’ Trump nivîsî.

Wî ser îstixbarata sitandine ti agahîyê din neda.

Amerîka di serê salê de generalê Îranî Qasim Silêmanî kuştibû û Îranê bi muşekan êrîş biribûn ser bingehên Amerîka yên li Îraqê.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Çarşemê gotibû ku di pêvajoya tekoşîna hember vîrusa korona de, Amerîka fersendeke dîrokî hinda kiriye ku toleyên ser welatê wî rake

XS
SM
MD
LG