Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Me li Îraq û Sûrîyê Serkeftineke Mezin bi Dest Xist


Macron û Trump
Macron û Trump

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piştî civînê preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Trump di preskonferansê de dîyar kir ku leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê ‘’bi awayekî qismî di demeke nêz de’’ dê vegerin welatê xwe lê berê dê erka xwe ya li wir temam bikin.

‘’Em dixwazin vegerin mal. Em dê vegerin mal, lê em dixwazin şopeke xurt û mayînde li wir bihêlin’’ Trump got.

Trump dîyar kir ku wan li Îraq û Sûrîyê ya ku kesî nekiriye kiriye û Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ber qedandinê ye.

Trump ser peymana navokî ya bi Îranê re jî got ku ‘’dûrî aqilan’’ e. Trump dê biryara ser dirêjkirina peymana navokî di 12’ê Gulanê de bide.

Macron dijî betalkirina peymana navokî ye. Macron dîyar kir ku bi Trump re ser Îranê rasterast axifîye û ew dixwazin ser peymaneke nû ya bi Îranê re xebatan bikin.

Serokomarê Fransa da zanîn ku ew dixwazin hemî xebatên navokî yên Îranê heta 2025’an asteng bikin û dîyar kir ku divê Tehran xebatên muşekên balîstîk jî rawestîne.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî vê hefteyê tê Washingtonê.

XS
SM
MD
LG