Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump li Îraqê Berevanîya Biryara Ser Vekişîna ji Sûrîyê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump û xanima wî Melania Trump bi awayekî neragihandî, li Îraqê serdana hêzên Amerîkî kirin.

Trump di serdana Bingeha Esmanî ya El Esad de ji rojnamevanan re ser biryara vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê axifî.

‘’Li gor min dê gelek kes di siberojê de wek min bifikirin. Êdî wext hatiye ku em qafê xwe bişixulînin’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ew vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Îraqê nafikirin û dîyar kir ku ger ew bixwazin li Sûrîyê tiştekî bikin dikarin Îraqê wek navendekê bikar bînin.

Piştî biryara vekişandina leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê, Wezîrê Berevanî Jim Mattis karvekişîna xwe ragihandibû.

Li şûna Mattis, dê ji 1’ê Rêbendanê vir ve cîgirê wî Patrick Shanahan were ser kar.

Trump dîyar kir ku Shanhan dikare demeke dirêj wek wezîrê berevanî kar bike.

Donald Trump, piştî George W. Bush û Barack Obama bû serokê sêyan yê Amerîka yê ku serdana Îraqê kiriye.

Bush di Mijdara 2003’yan de, Obama jî di Nîsana 2009’an de serdana yekîneyên Amerîkî yên li Îraqê kiribû.

XS
SM
MD
LG