Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Rêberên Îsraîlê Îro Duşemê Ser Plana Aştîyê Kom Dibin


Serokê Amerîka Donald Trump dê îro Duşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rêberê rikeberîya wî welatî Benny Gantz re bicive.

Trump dê berê bi Netanyahu re, dûre jî bi Gantz re kom bibe.

Li ber e ku Trump di her du hevdîtinan de ser Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn agahîyan bide.

Reuters dide zanîn ku hevdîtin dê roja Sêşemê jî bidomin.

Netanyahu berî ber bi Washingtonê ve bi rê keve got ku ‘’Ezê roja Duşemê bi Serok Trump re bicivim û emê roja Sêşemê tev agahîyên dîrokî bidin’’

Rêberê rikeberîya Îsraîlê, Serokê Tifaqa Şîn û Sipî Benny Gantz jî pişrast kir ku ewê roja Duşemê bi Trump re bicive.

Gantz jî, ku berê serfermandarîya Îsraîlê bû, piştgirîya Plana Aştîyê ya Rojhilata Navîn ya Trump dike.

Trump dabû zanîn ku Filîstînî dê di serî de dijî planê derkevin û gotibû ku ‘’lê ew plan li gor berjewendîyên wan e jî.’’

XS
SM
MD
LG