Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ez Naxwazim bi Jinping re Biaxifim


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew dikarin bi Çînê re hemî peywendîyên xwe qut bikin.

Girjîya di navbera Amerîka û Çînê de herî dawî bi şewba vîrusa korona gurtir bûbû.

Donald Trump, ku îdia dikir ku vîrusa korona ji laboratuvareke Çînê belav bûye, ji Fox Newsê re da zanîn ku ew naxwaze ku bi serokê wî welatî Xi Jinping re re biaxife.

‘’Em dikarin hemî peywendîyên xwe qut bikin, ger em wisa bikin ewê çi biqewime? Emê 500 mîlyar dolar bidin ser hev.’’ Trump got.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 1,400,000, li Çînê jî 84,000 kes bi vîrusa korona ketine.

XS
SM
MD
LG