Serokê Amerîka Donald Trump û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson bi rêka telefonê axifîn.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî Johnson ji Trump re gotiye ku ew xwe li gor berê baştir hîstir dike û rindtir dibe.
Jêderên serokwezîrîya Brîtanya jî ragihandin ku Johnson û Trump ser hevkarîya bo têkoşîna dijî vîrusa korona û peymana bazirganîyê ya piştî Brexitê peyivîne.
Johnson jiber vîrusa korona li nexweşxaneyê ketibû beşa çavdêrîya krîtîk û dûre derketibû.