Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump 2 Navên Din yên Kabîneya Xwe Eşkere Dike


Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump îro du postên nû yên kabîneya xwe dagirtin, lê hîn jî li ser posta wezareta derve biryara xwe neda.

Trump Kongresmenê eyaleta Georgia Tom Price, ku rexnegireke tund yê qanûna saxlemî ya Serok Barack Obama (Obamacare) ye, wek wezîrê xîzmetên saxlemî û mirovahî bijart ku Obamacare betal bike û sîstemeke nû bîne şûna wê.

Di serdema kempeyna seroktîyê de, Trump soza pûçkirina Obamacare dabû ku dijberên wê bûhabûnê wê bi tundî rexne dikirin.

Wek hemî berbijarên kabînê, divê namzetîya Price ji alîyê Civata Senatoran ya bi piranî Komarî, were pejirandin.

Rêberê Demokratan li Senato, Senatorê eyaleta New York Chuck Schumer yekser dijberîya xwe li ser berbijarîya Price ragihand.

“Price gelek caran dijîtîya xwe Amerîkîyên çîna navîn û hember bernameyên ser kesên kal û pîr, malbatan û kesên astengber nîşan daye, Schumer got.

Trump herwiha Elaine Chao ya wezîra berê ya serdema George W. Bush, wek wezîra veguhestinê detnîşan kir. Chao jina yekê ya Amerîkîya Asyayî bû ku di nav kabînê de wek wezîr xebitîbû.

Şîretvanên Trump dibêjin ew hîn biryara xwe li ser posta wezereta derve nedaye û heta niha navê kesên wek serokê berê yê CIA David Petraeus, senatorê Tennessee Bob Corker, berbijarê berê yê seroktîya Amerîka Mitt Romney û bajarvanê berê yê New York Rudy Giuliani bo wê postê derbaz dibin.

XS
SM
MD
LG