Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Komarîyên Piştgirîyê Didin Partîya Demokrat li Karkerên Amerîkî Îxanetê Dikin


Serokê Amerîka Donald Trump li eyaleta Iowa, ku yek ji eyaletên krîtîk yên hilbijartina 3’yê Mijdarê ye, mîtîngek li dar xist.

Di mîtînga li bajarê Des Moines de, Trump kurê berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden jiber peywendîyên bi Çîn û Rûsya re rexne kir.

Trump dîyar kir ku Hunter Biden, bi saya cîgîriya Joe Biden ya di dewra seroktîya Barack Obama de ji Çîn, Ukrayna, Rûsya û ji hin welatên din bi mîlyon dolaran pere sitandine.

‘’Amerîka hat şêlandin û malbata Biden dewlemend bu.’’ Trump got.

Wî Komarîyên ku piştgirîyê didin Partîya Demokrat jî rexne kir û got ku ew wan naxwaze ku wan ‘’îxanet li karkerên Amerîkî kiriye, nirxên Amerîkî binpê kirine û pêlî çîna navîn ya Amerîkî kirine.’’

Serok Trump dîyar kir ku Demokratan Amerîka xistiye nav şerên ku ‘’dawî lê nayê’’ û da zanîn ku leşkerên li Afganistanê vedigerin welêt û yên li Sûrîyê jî vegerîne ku wan li wî welatî ‘’xîlafeta Dewleta Îslamî (DAIŞ) 100 ji sedê’’ qedandiye.

Trump dê îro Pêncşemê li North Carolina û Florîda, sibê Înê Georgia û roja Şemîyê jî li Michigan û Wisconsinê mîtîngan li dar xe.

XS
SM
MD
LG