Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji Kavanaugh Lêborîn Xwest


Dozger Brett Kavanaugh, ku dema berbijarîya Dadgeha Bilind bi destdirêjîya seksî dihat tawanbar kirin, li Qesra Sipî sond xwar û dest bi karê xwe kir.

Serokê Amerîka Donald Trump, li ser navê welatê xwe ji Kavanaugh lêborîn xwest.

‘’Ez li ser navê neteweya me, ji Brett û hemî malbata Kavanaugh, jiber êşên giran yên ku ji neçarî kişandin, lêborînê dixwazim,’’ Trump got.

Dema merasîma sondxwarinê pêk dihat, li derveyî Qesra Sipî dijî Kavanaugh protesto li dar ketin.

Sê jinan, Kavanaugh bi destdirêjîya seksî tawanbar kiribûn.

Piştî nîqaşên tund û protestoyan, Civata Senatoran dijî 48 dengên ‘’na’’, bi 50 dengên ‘’erê’’ berbijarîya Kavanaugh pejirandibû.

Kavanaugh îdiayên destdirêjîya seksî red kiribû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG