Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump, General John Kelly Wek Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî


Serokê hilbijartî Donald Trump û generalê karkenar yê hêzên Marine, John Kelly

Serokê hilbijartî Donald Trump, generalê karkenar yê hêzên Marine, John Kelly bijart ku wezareta ewlekarîya navxweyî ya kêşebar bi rêve bibe.

Jêderên nêzî Trump ragihand ku sedema vê bijartinê ew e ku di bin rêbebirtîya Kelly de ew wezaret bikare dijî terorê şer bike û sozên Trump yên derbarê koçberîya neqanûnî bi cîh bîne.

Heman jêderan bi berdewamî da zanîn ku yek ji taybetîyên Kelly ew e ku derbarê sîborê Amerîka ya bi Meksîka re pispor e, jiber ku ew qumandarê Fermandarîya Başûrî ya leşkerîya Amerîkî bû ji kiryarên Amerîkî yên li Amerîkaya Latîn û Karayîban berpirs bû.

Kelly pir caran heweskarîya xwe li ser şerê dijî bazirganîya madeyên hişbir, terorîzm û gefên din ku ji Amerîkaya Navîn û Başûr derdikevin, eşkere kiribû.

Di sala 2010an de kurê Kelly, Lt. Robert Kelly di peqîna mayinekê de li Afganistanê hatibû kuştin û ew bûbû karbidestê leşkerî yê herî bilind ku zarokekî xwe di şerên Afganistan yan Îraqê de hinda kiribû.

Kelly 66 salî ye û 45 sal di nav leşkerîya Amerîkî de xizmet kir. Ew di Rêbendana 2016an de karkenar bûbû û li ser çend mijarên girîng dijberîya xwe li hember Serok Barack Obama bilind kiribû.

Hîjayî balkişandinê ye ku Kelly dibe generalê sisêyan ku di kabîneya Trump de cîh bigire. Trump berê jî General James Mattis wek wezîrê berevanî û General Michael Flynn jî wek şêwirmendê ewlekarîya netewî destnîşan kiribûn.

XS
SM
MD
LG