Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Kempeyna Xwe ya Hilbijartinê Xurt Dike


Serok Trump li firîngeha Wittman ya Oshkosh, Wisconsin Tebax. 17, 2020
Serok Trump li firîngeha Wittman ya Oshkosh, Wisconsin Tebax. 17, 2020

Di roja ku Partîya Demorkat ya Amerîkî dest bi kongreya xwe ya mezin ya onlayn kir, Serok Donald Trump, ku berbijarê Partîya Komarî ya hilbijartina seroktî yê, şeva Duşemê dest bi kempeyna xwe kir.

Trump di çarçoveya kempeynê de, roja Duşemê li firîngehên li Minesota û Wisconsin bi dirûşmên “Amerîkayê Jinûve Xurt Bike” ji alîgirên vexwendinî re axifî.

Trump, hevrîkê xwe yê Demokrat Joe Biden wek “qirdikekî nezan yê do destê faşîstên çepgir” tawanbar kir û hîşyarî da alîgirên xwe ku wateya serketina Demokratan, sînorên vekirî, hilweşandina aborî û felaketên din yên pêşbînkirî ne.

"Li Amerîkaya di bin seroktîya Biden de, parastinên hemwelatîbûna Amerîkî dê were rakirin û civaka we dê li ber bextê mafyayê were hiştin," Trump li Mankato, Minnesota got.

Trump, piştre li firîngeha li Oshkosh ya Wisconsin got ku li Amerîkaya bin rêvebirîya Biden wê ti kes parastî nebe jiber ku “Biden û cîgira wî Senator Kamala Harris, alîgirên sûcan û dijî polîsan in”.

Trump di hilbijartina 2016'an de li eyaleta Minnesota encemeke baş bi dest xistibû û berbijara Demorat Hillary Clinton ew eyalet bi dijwarî qezenc kiribû.

Serok Trump bilî serdanên Minneapolis û Mankato li Minnesota û Oshkosh li Wisconsin, îro Sêşemê jî diçe bajarê Yuma li Arizona ya başûrê rojavayê Amerîka ku li ser sînorê Meksîko ye.

Trump, du rojên din wê here bajarê Scranton ya Pennsylvania ku nêzikî mala xortanîya Biden e.

Di heman rojê de Biden jî axaftina xwe ya pejirandina berbijertîya seroktîyê li istana Delaware ya cîran dê pêk bîne.

XS
SM
MD
LG