Lînkên eksesibilîtî

Serok Trump: Amerîka di Şerê Kerkûkê de Ti Alîyan Nagire


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar ku ew di kêşeya hikûmeta navendî ya Bexda û Kurdan de ti alîyan nagirin. Trump da zanîn ku ew jiber nelihevkarina her du alîyan jî ne razî ne.

Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew jiber pevçûna hikûmeta Îraqê û Kurdan dilgiran in.

‘’Wek hûn dizanin, bo demeke dirêj peywendîya me ya bi Kurdan re xurt bû û di heman demê de me piştgirîya Îraqê dikir. Ya rast, divê em di sêrî de qet neçûna wir. Bes di vî şerî de em ti alîyan nagirin’’ Trump got.

Serok Trump herwiha da zanîn ku dibe ku peymana navokî ya bi Îranê re bi temamî biqedîne.

Trump ser betalkirina peymana navokî got ku ‘’dibe ku rast be’’. Wî hefteya borî, peymana navokî ya bi Îranê re nepejirandibû, lê Amerîka ji wê peymanê venekişandibû.

XS
SM
MD
LG