Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dibêje Trump bi Telefonê ligel Xelîfa Xeftar Peyîvî


Qesira Sipî îro Înê ragihand ku Serok Donald Trump roja Duşemê, bi telefonê ligel fermadarê leşkerî yê Lîbyayî Xelîfa Xeftar peyîvî û “hewilên berdewam yên dijterorê û pêdivîya cîhanîna aştî û aramîya li Lîbya” bi wî re gotûbêj kir.

“Serok Trump rola berbiçav ya Xeftar ya di şerê dijî terorîzmê de û ewlekirina çavkanîyên neftê yên Lîbyayê bi bîr xist û her du alî daxwaza Lîbyayeke aram, demokratîk û bi sîstema polîtîk dubare kirin,” daxuyanîya Qesira Sipî got.

Piştî êrîşa Xeftar ya ser bi Trablusê, ku niha di bin kontrola hikûmeta bi piştgirîya civaka navneteî ye, roja Pêncşemê bombeyên hawan li taxeke Trablusê ketibûn û hema nêzîk mabû ki lî navendeke saxlemîyê bixe.

XS
SM
MD
LG