Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Amerîka bo Hilcivîna Trump û Kim Jong Un Geşbîn E


Rêvebirîya Amerîka ragihand ku ser hevdîtina Serok Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, geşbîn e.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sander dîyar kir ku Trump bo hilcivînê amade ye.

Rêvebirîya Koreya Bakur dabû zanîn ku ger Amerîka bo destjêberdana çekên navokî zêdetir pêde here, dibe ku ew ji hilcivînê vekişin.

Li ber e ku Trump û Kim Jong Un di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê bicivin.

‘’Serok Trump bo hevdîtinê amade ye. Eger hilcivîn li dar nekeve emê siyaseta zextên li ser Koreya Bakur bidomînin’’ Sanders got.

Serok Trump jî ser hilcivînê got ku ‘’Divê em li bendê bin û bimînin’’ Trump herwiha da zanîn ku ewê pêdaçûna bo berdana çekên navokî bidomînin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG