Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Kim Jong Un dê li Giraveke Sîngaporê Bicivin


Qesra Sipî, nûçeyên ser hevdîtina Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, ku îdia dikirin ku dê her du rêber li oteleke li Girava Sentosa ya Sîngaporê bicivin piştrast kir.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders ji Twitterê ragihand ku her du rêber dê li Otel Capella ya bi 5 stêrk kom bibin, lê wer xuya ye ku her du rêber dê li otelên cihê bimînin.

Hevdîtina ku li ber bû ku di 12’ê Hezîranê de li dar keve, berê ji alîyê Trump ve hatibû betal kirin. Piştî peyvajoya betalkirinê, careke din hat ragihandin ku Trump û Kim Jong Un dê 12’ê Hezîranê de kom bibin.

Karbidestê Koreya Bakur Kim Young Chold hefteya borî serdana Washingtonê kiribû û nameya Kim Jong Un dabû Serok Trump

Trump roja Sêşemê dabû zanîn ku plan pir baş pêşde diçe.

Amerîka dixwaze ku Koreya Bakur dest ji çekên navokî berde, lê li Sîngaporê dê her du alî derbarê çi biaxfin hîn ne eşkere ye.

XS
SM
MD
LG