Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kim Jong Un li Ser Soza Xwe Sekinî, Testên Navokî Nekirin


Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî ser peywendîyên bi Koreya Bakur re axifî.

Trump ji rojnamevanan re dîyar kir ku Koreya Bakur ew demek e muşekan naceribîne û da zanîn ku ew bo pûçkirina çekên navokî nalezînin.

‘’Gelek sazîyên medya dibêjin ‘Ka çi dibe, ka zû’ lê lez ne hewce ye. Emê bicivin û bibînin dê çi biqewime’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ew bawer dike di dawîya hevdîtinan de bi ser kevin.

Trump dîyar kir ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un li ser soza xwe sekinîye û testên navokî nekirine.

Her du serok dê di 27 – 28ê Sibatê de li Hanoî ya Vîetnamê kom bibin. Trump û Kim Jong Un, cara pêşî par li Sîngaporê civîyabûn.

XS
SM
MD
LG