Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Hilcivîna Plankirî ya ligel Kim Hîn jî Pêkan E


Serokê Amerîka Donald Trump îro Înê ragihand ku hilcivîna plankirî ya bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un hîn jî pêkan e.

Trump daxuyanîya herî dawî ya Koreya Bakur, ku dibêje ew ji danûstandinan re amade ye, bi germî pêşwazî kir, piştî ku wî Kim wek rêberekî otokratîk bi nav kiribû û hilcivîna plankirî betal kiribû.

“Daxuyanîya ku wan belav kir, pir baş bû. Ka emê binêrin ku çawa be – belku 12’ê Hezîranê jî dibe,” Trump got.

Koreya Bakur ragihandibû ku ew bi her awayî û bi her şiklî bo hevdîtinê amade ne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Bakur Kim Kye Gwan dabû zanîn ku ew ji biryara Trump gelek xembar bûne.

Trump dabû zanîn ku wî hilcivîn jiber neyartîya berbiçav ya Koreya Bakur betal kiriye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG