Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Nûçeyên Ser Nexweşîya Kim Jong Un Ne Rast In


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku nûçeyên ser nexweşîya Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ne rast in.

Medya Koreya Başûr îdia kiribû ku Kim Jong Un di 12’ê Nîsanê de ji dil operasyon derbaz kiriye û dûre rind nebûye.

Trump li Qesira Sipî got ku ew bawer nake ku ew nûçe rast bin.

‘’Peywendîyên me û Koreya Bakur rind in. Peywendîya me û Kim Jong jî baş e. Ez hêvî dikim ku rewişa wî baş e.’’ Trump got.

Wî neda zanîn ku ew li ser rewişa Kim Jong Un bi karbidestên Koreya Bakur re axifîye yan ne.

XS
SM
MD
LG