Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Peyvajoya Koçberîyê bi Kindemî Radiwestîne


Serok Donald Trump got ku ewê hemî koçberîya ji Amerîkayê re, jiber belavbûna vîrusa korona û parastina karên Amerîkî, bi biryareke fermander (executive order) bi awayekî kindemî radiwestîne.

“Ev kiryar dê jibo parastina hêza karê Amerîkî dike. Bi mîlyonan Amerîkî derdê bêkarîyê dikêşin piştî karsazîyan jiber qedexeya derketina kolanan û bergirtina nexweşîyê karker ji kar derxistin.

“Jiber êrêşên Dijminê Nedîyar û jibo pêwîstîya parastina karên Hewlatîyên HÊJA yên Amerîkayê ez dê fermaneke serokatîyê îmze bikim û bo mavek demkî koçberîya bo Amerîka ravestînim,” Trump di twîta xwe da got.

Qesra Sipî hûrgulîyên derbarê sedemên biryarê, dema wê û bingehên wê yên qanûnî neda.

Ev bizav, ku serokê Komarî li ser Twitterê eşkere kirî, xizmeta armancên sêyaseta Trump ya demdirêj dike ku berê koçberîyê bigire û hebûna krîza tendirustî û aborîyê bi kar tîne ku di encama pandemîyê da welat êxistîye tengahîyê.

Demokratan bi lezûbez nerazîbûna xwe dîyar kirin û serok tawanbar kirin ku ew dixwaze bersiva hêdî û xelet ya vîrusa korona veşêre.

Di encama belavbûna vîrusê ya seranserê cîhanê de, koçberîya bo Amerîkayê bi gelemperî rawestîye jiber sînorkirina merzan û qedexeya firokan, lê jibo alîgirên Trump ew mijar wek bahaneyekê didome.

Hêjayê bîrxistinê ye ku Trump bi soza avakirina dîwarekî li ser tixubê Meksîkayê, ku rêya koçberîyê bigire, di sala 2016’an da hat Qesra Sipî.

Wî û şewirmendên wî her sê salên berê bi şerê koçberîya bo Amerîkayê ya qanûnî û bêqanûnî derbaz kir.

XS
SM
MD
LG