Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dê Beşdarî Rûniştina li Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Nebe


Qesira Sipî ragihand ku Serok Donald Trump dê roja Çarşemê beşdarî rûniştina li Komîteya Dadê ya Civata Nûneran nebe.

Şêwirmendê hiqûqê yê Trump, Pat Cipollone bi nameyekê, ku bo Serokê Komîteya Dadê Jerrold Nadler hatibû nivîsîn, dîyar kir ku lêpirsîna ser Trump ne rewa ye.

Cipollone da zanîn ku di lêpirsînê de li gor rêbazên hiqûqê kêmahîyên mezin hene. "Em nizanin ku Komîteya Dadê ya Civata Nûneran dê dijî Trump bi dadmendî tevbigere yan na."

Nadler dîyar kiribû ku divê Trump yan parêzerên wî beşdarî rûniştinê bibin û ger ew cara duyê bang li Trump bikin ku beşdarî rûniştine bibe, ewê heta Înê bersîvê bidin.

Di lêpirsînê de axaftina bi telefonê ya Trump û Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy heye.

Komîte hewil dide ku ronî bike ku Trump bo destxitina avantajê di hilbijartina sala pêş de givaştin li ser Ukrayna çêkiriye yan ne.

XS
SM
MD
LG