Lînkên eksesibilîtî

Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku peywendîya Rûsya û welatê wî ‘’di asta herî nizm ya hemî dewran de’’ ye.

Trump da zanîn ku rewşa heyî ‘’pir xeternak’’ e û ji Kongresa ku dijî Rûsya toleyên nû xwestin, gazind kirin.

Kongresê, hefteya borî jiber îdiayên maytekirina Rûsya ya di hilbijartina seroktîya Amerika de, bernivîsa toleyên dijî Moskowê erê kiribû.

Serok Trump, tevî ku bernivîs rexne kiribû û dîyar kiribû ku ‘’pir şaş e’’, ew pejirandibû.

Trump, ku her carê dide zanîn ku dixwaze bi Moskowê re peywendîyên baş çeke, li ser Twitterê bi zimanekî lomeker got ku ‘’spas bo Kongresa ku bernivîseke bîma saxlemîyê jî derbaz nake’’

Rakirina bîma saxlemîyê, ku bi navê Obamacare tê zanîn, yek ji armancên pêşî yên Serok Trump bû.

XS
SM
MD
LG