Lînkên eksesibilîtî

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku di dem û şertên guncaw de bo hevdîtinên bi Koreya Bakur re vekirî ne.

Qesra Sipî ragihand ku Trump û Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in bi rêka telefonê axifîne.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders da zanîn ku her du serokan li hev kiriye ku zextên li ser Koreya Bakur bidomînin.

Huckabee dîyar kir ku Serok Trump daye zanîn ku di dem û şertên guncaw de dikare bi Koreya Bakur re hevdîtinan bike.

Ofîsa Moon Jae-in bi daxuyanîyekê heman tişt gotin. Li gor daxuyanîya Koreya Başûr, Trump herwiha gotiye ku heta ku herdu dewlet hevdîtinan dikin ewê ti gavên leşkeri neavêjin.

Trump û Moon Jae-in, piştî karbidesten Koreya Bakur û Koreya Başûr civîyan pêk hat.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG