Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Toleyên Dijî Koreya Bakur Nayên Rakirin


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê ragihand ku bi heyecan li benda hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re ye.

Kim Jong un, bi awayekî nepêşbînîkirî serdana Çînê kiribû û li ber e ku ew û Trump di meha Gulanê de kom bibin.

Trump ji Twitterê dîyar kir ku ew ji Serokê Çînê Şi Jinping hîn bûye ku hevdîtina wî û Kim Jong-un baş derbas bûye û ew jî ‘’bi heyecaneke mezin’’ li hevdîtina wan e.

Serok Trump careke din bi bîr xist ku ew toleyên dijî Pyongyangê ranakin.

Trump dîyar kiribû ku ser daxwaza Kim Jong-un ew dê di demeke kin de bicivin.

Amerîka dixwaze ku Koreya Bakur bi temamî dest ji çekên navokî berde.

XS
SM
MD
LG