Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Me Derî li Hatina Vîrusa Korona Girt


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku wan derî li vîrusa korona girtiye û ewê nehêlin ku ji Çînê bi hezarên kesên bi vîrus derbazî Amerîka bibin.

Trump di Fox Newsê de ser vîrusa korona ya ji Çînê belavbûyî axifî.

‘’Me xwest em alîkarîya Çînê bikin, lê emê nehêlin ku bi hezaran kesên bi vîrusa korona derbazî Amerîka bibin. Emê bibînin ka çi diqewime, lê me derî li hatina vîrus girt’’ Trump got.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka Robert O’Brien jî ji CBS’ê re dîyar kir ku wan xwestiye pisporên xwe yên ser nexweşîyan bişînin Çînê, lê wî welatî hîn bersiveke erênî nedaye.

O’Brien da zanîn ku vîrusa korona bo temamê cîhanê fikar çêkirine û got ku bi qasî ji dest wan tê ew dixwazin alîkarîya Çînê bikin.

Li seranserê Amerîka heta niha di canê 11 kesan de vîrusa korona hatiye dîtin.

Karbidestên Çînê radigîhinin ku jiber vîrusa korona heta niha 361 kes jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG