Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Tîma Taybet bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Belav Dike


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê tîma Qesira Sipî ya ser têkoşîna dijî vîrusa korona belev bike.

Ew tîma taybet, bi pisporên dêrîn ve hatibû ava kirin.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence da zanîn ku dibe ku ew tîm di 25’ê Gulanê de bi tamamî biqede û karên wê li sazîyên federal werin belav kirin.

Tîma taybet ya bo têkoşîna vîrusa korona, di meha Adarê de ji alîyê Trump ve hatibû çêkirin û wî cîgirê xwe Mike Pence anîbû ser wê tîmê.

Berdevikê Qesira Sipî Kayleigh McEnany dîyar kir ku belavkirina tîma taybet şaş hatiye fehm kirin û ji hin kesan wetrê dê Qesira Sipî bi ti awayî bi pisporên saxlemîyê neşêwire.

McEnany da zanîn ku ew nêrîn şaş e û got ku Trump dê bo geşkirina aborîyê li gor rewişa saxlemîyê ya civakê tevbigere.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 1,200,000 kesan û 71,078 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG