Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Vîrusa Korona Dê ji Nişkeve ji Holê Rabe


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku vîrusa korona dê ji nişkeve bi dawî were.

Trump ji kanala Fox Business re da zanîn ku ewê di şewba vîrusa korona de ber bi asteke baştir ve herin.

‘’Ez ji alîyekî de jî dibêjim vîrusa korona dê ji nişke ve biqede, wisa hêvî dikim.’’ Trump got.

Vîrusa korona di meha Nîsanê de li Amerîka heta asta herî bilind rabûbû û dûre bi tedbîran hejmara pêketinên nû yên rojane heta 15’ê Hezîranê daketibû.

Hejmara pêketinên nû yên rojane di 25 û 26’ê Hezîranê de bi awayekî rekorî bilind bû.

Hin eyaletên Amerîka jiber zêdebûna pêketinên nû, sistkirina tedbîran bi dawî dikin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 2,650,000 kes bi vîrusa korona ketine û 127,681 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG