Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Brîfîngên Ser Vîrusa Korona Dê Jinûve Destpê Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ewê roja Sêşemê jinûve dest bi brîfîngên ser vîrusa korona bikin.

Trump ji rojnamevanan re da zanîn ku ew brîfîngên wan yên ser vîrusa korona pir dihatine temaşe kirin.

‘’Me ew brîfing li dar dixistin û ew pir dihatin temaşe kirin. Di dîroka televîzyona bi kablo de me rekora temeşavanan şikênastibû. Tiştekî wisa qet çênebûbû.’’ Trump got.

Ew brîfîngên rojane yên ser vîrusa korona di meha Adarê de destpê kiribûn û di meha Nîsanê de bi dawî bûbûn.

XS
SM
MD
LG