Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump Jr. bi Vîrusa Korona Ket


Kurê herî mezin yê Serok Donald Trump, Donald Trump Jr. bi vîrusa korona ket.

Berdevikê Donald Trump Jr. dîyar kir ku testa vîrusa korona ya wî di serê hefteyê de pozîtîf derketiye û da zanîn ku ew heta niha bi awayekî asemptomatîk nexweşîyê derbaz dike.

Li gor daxuyanîya berdevikê Donald Trump Jr, ew ji encama testa vîrusa korona vir ve di karantînê de ye.

Di meha Cotmehê de, Serok Trump, Xanima Yekê Melania Trump û kurê wan Barron Trump bi vîrusa korona ketibûn.

Serok Trump jiber nexweşîya vîrusa korona sê şevan di nexweşxaneyê de mabû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka pirtir ji 12 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 255,414 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG