Lînkên eksesibilîtî

Rûsya: Hevdîtina Lavrov ya ligel Trump Pir Erênî Bû


Dmitry Peskov, berdevkê Serokê Rûsî Vladimir Putin îro Pêncşemê got ku civîna navbera Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov û Serokê Amerîka Donald Trump gelek erênî bû.

Peskov ji nûçegîhanan re got ku Rûsya bi geşbînîyeke hişyarane li peywendîyên bi Amerîka re dinêre, lê di hemn demê de gelek kar li pêş wan mane.

Daxuyanîyên Peskov di vê demê de tê ku rojeke berê Trump li Qesra Sipî mêvandarîya Lavrov kiribû û hevdîtin li ser Sûrîyê bû.

Serok Trump jî ragihandibû ku wî hevdîtineke pir baş bi Lavrov re kiriye.

XS
SM
MD
LG