Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Hilbijartî Trump Kompanya Lockheed Martin Rexne Dike


Serokê hilbijartî Trump
Serokê hilbijartî Trump

Sereokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump îro Duşemê kompanya Lockheed Martin, ku jibo Pentagonê firok û sîstemên berevanîyê çêdike, kir armanc û got ku buhayê firokên ceng yên F-35 pir gelek bilind e.

"Programa F-35 û buhayê wê ji kontrolê derketiye. Bi mîlyaran dolar dikarin bêne civandin û piştî 20ê Rêbendanê di xercên leşkerî û yên din de wê bî mîyaran dolar wê bêne civandin." Trump li ser Twitter got.

Piştî şîroveyên Trump, nirxê kompanya Lockheed Martin do borseyê de 4 ji sedê kêmtir bû û herwiha nirxên din yên kontratçîyên Pentagonê jî dîsa lawaztir bûn.

Bepirsê proframa çêkirina firokên F-35 ya Lockheed Martin, Jeff Babione bersîva Trump da. “Kompanya fem dike ku maneya fikarên wiha çi ye û me bi mîlyaran dolar berhemkarî danaye ku buhayê vê firokê nizimtir bikin.”

Pentagon ragihand ku yek hefte berî hilbijartinên 8ê Mijdarê, piştî danûstandinên ku 14 meh domand, Wezareta Berevanî ya Amerîkî û Lockheed Martin kontrata xwe ya nehan ya bo 90 jetên F35 îmza kiribû.

XS
SM
MD
LG