Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Macron Ser Sûrîyê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi rêka telefonê ser Sûrîyê axifîn.

Qesra Elysee ragihand ku Amerîka û Fransa ser ewlekarî û armancên sîyasî yên li Sûrîyê di heman fikrê de ne.

Sibê Şemîyê dê rêberên Tirkîye, Rûsya, Fransa û Almanya li Stenbolê ser Sûrîyê hilcivînekê pêk bînin.

Qesra Elysse dîyar kir ku Trump ji Macron xwestiye ku di hilcivîna li Stenbolê de pozîsyona hevpar ya Amerîka û Fransa temsîl bîke.

Di daxuyanîya qesrê de hat gotin ku Fransa hewil dide ku agirbesta li Îdlibê dewam bike û danûstandinên sîyasî yên li Sûrîyê berfirehtir bibin.


XS
SM
MD
LG