Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Macron Piştî Du Salan Hat Ser Gotina Min


Serokê Amerîka Donald Trump careke din rexne li Serokê Fransî Emmanuel Macron girt ku rûbirûyê xwepêşandanên girseyî yên nerazîbûnê dibe.

“Ez bextewar im ku hevalê min @EmmanuelMacron û xwenîşanderên li Parîsê bi encama ku ez berî du salan giheştibûm, hevbîr bûn,” Trump derengîya Sêşemê ji ser hesaba xwe ya Twitterê got.

Trump got ku Peymana Parîsê çewt e jiber ku mesrefên enerjîyê bona welatên xemxwar zêde dike û hin welatên herî qirêjkar jî xelat dike,” Trump bi zimanekî rexnegir nerazîbûna xwe ya ser peymana Parîsê bi bîr anî.

Serokwezîrê Fransî Edouard Philippe, piştî xwepêşandanên girseyî biryar dabû ku zêdekirina bacên plankirî yên ser benzînê bicemidîne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG