Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Macron Ser Îranê Axifîn


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di hevdîtina xwe de ser girjîya bi Îranê re axifîn.

Trump da zanîn ku Îran bi toleyên Amerîka di rewşeke dijwar de ye û dîyar kir ku ew bi dîyaloga bi Tehranê re dikarin wê rewşê biguherînin.

Macron, ku berê berevanîya peymana navokî ya 2015’an dikir, got ku danûstandiinên bi Îranê dikarin jinûve destpê bikin.

Serokê Amerîka, di preskonferansê de da zanîn ku ew û Macron ser Îranê bi heman rengî difikirin û dîyar kir ku ew her du jî naxwazin ku çekên navokî yên Îranê hebin.

Her du rêber bi berdewamî ser peywendîyên Washington û Parîsê jî peyivîn.

Macron got ku ew bi serdana Serok Trump kêfxweş dibin û Trump jî dîyar kir ku peywendîyên wî û Macron û yên Amerîka û Fransa jî pir baş in.

XS
SM
MD
LG