Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump bi Kompanîyên Amerîkî yên Çêkirina Trombîlan Civîya


Serokê Amerîka Donald Trump Îro bi rêvebirên sê kompanîyên çekirina otomobîlan, General Motors, Ford û Fiat Chrysler kom bû. Trump ji rêvebiran xwest ku karên Amerîkî nebin dervayê welêt û kargehên xwe li hindurê Amerîka firehtir bikin.

"Ez jibo trombîlên xwe li vê derê têne firotin, kargehên nû li vê derê dixwazim!" Trump di hesaba xwe ya Twitter de got.

Trump di civînê de ji rêvebirên mezin re got ku ewê baceke nû ya 35 ji sedê deyne ser otomobîlên ku li dervayê Amerîka têne çêkirin û tên nav welêt.

Trump di dema kempeyna hilbijartinan de şîrketên Ammerîkî yên çêkirina otomobîlan rexne kir ku kargehên xwe li Meksîka firehtir dikin

Şîrketên Amerîkî jiber erzanbûna karan, ji sala 2000’an vir ve bi hezaran karên Amerîkî birine dervayê welêt û taybetî jî Meksîka. Karkerên ku li Meksîka dixebitin, pênc car kêmtir dirav li gor karkerên Amerîkî distînin.

XS
SM
MD
LG