Serokê Amerîka êrîşa li konserta stêrka pop Ariana Grande ya li Manchester, Îngîltere şermezar kir û êrîşvanan wek hindakerên îblîsane bi nav kir.
"Gelek kesên bedew, genc û masûm ku di buhara jîyana xwe de bûn, ji alîyê wan hindakerên îblîsane ve hatin kuştin. Ezê ji wan re nabêjim xirabkar jiber ku ew vî navî hez dikin. Ji niha pêve ezê ji wan re bêjim hindaker jiber ku ew di jîyanê de hinda dikin.”
Trump dû re li muzexaneyekî Orşelîmê, bi hazirbûna Serokê Îsraîlê Benjamin Netanyahu zimanekî tundtir bi kar anî û wiha got:
Qesra Sipî jî ragihand ku Trump, demeke kin piştî êrîşê, bi Serokwezîra Brîtanî Theresa May re peyîvî û ji wê re got ku Amerîkî li kelîka Brîtanîyan disekinin û ewê ticar serê xwe li hember terorîzmê netewînin.