Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump li Qesra Sipî Mêvandarîya Theresa May Kir


Serokê Amerîka Donald Trump, piştî ku dest bi karê xwe kir, cara yekê îro Înê pêşwazîya mêvaneke bîyanî kir û Serokwezîra Brîtanî Theresa May li Qesra Sipî mêvan kir.

Serok Trump got ku rojên mezin li pêş gelên Brîtanî û Amerîkî ne û May jî dîyar kir ku di berjewendîya her gelan de ye nirxên xwe biparêzin, lê venegerin polîtîkayên pûç yên berê.

Trump bal kişand ser têkilîyên taybet yên nav Amerîka û Brîtanya û got ku her du welat di dîrokê de jibo dadwerî û aştî bûne hêzên herî mezin.

Trump piştgirî da biryara Brîtanya ya derketina ji Yekîtîya Ewrupa û got ku ew rêzê li serwerîya Brîtanya digire jiber ku Brîtanyayeke azad û serbixwe jibo cîhanê qencî ye.

“Bi nêrîna min Brexit wê jibo welatê we bibe tiştekî pir hêja û bê ku çavê hinekên li ser wê be, Brîtanya wê bikaribe hemî peymanên bazirganî yên serbest îmza bike.”

Serokwezîra Brîtanya Theresa May, banga nûkirina "tekilîya taybet” ya navbera Amerîka welatê wê kir, di vê demê de ku Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa derdikeve û Donald Trump ji dest bi seroktîyê dike.

May ji Trump xwest ku li ser kişandina Amerîka ji qada cîhanê baldar be, lê wê panasînê bi daxwaza wî ya jinûve danûstandinkirina şert û daxwazên Amerîka kir.

May herwiha da zanîn ku guhertinên mezin li nav rêxistinên wek Neteweyên Yekbûyî, Banka Cîhanî û NATO pêdivî ne, lê ew rêxstin aştî û xweşhalî anîne mîlyaran kesên seranser cîhanê.

Serokwezîra Brîtanî li ser peywendîyên Amerîka bi Rûsya jî daxwaza serwextbûnê ji Trump kir.

"Dema mijar tê ser peywendîyên ligel Rûsya, wek Serok Reagan di danûstandinan bi Mikhail Gorbachev kiribû— divê Trump rêbaza 'bawer bike, lê dû re piştrast bike,' bi kar bîne.

May roja Pêncşemê bi endamên Komarî yên Kongresê re bicive û gotareke ser girîngîya peywendîyên navbera her du alîyan pêşkêş kir.

Hêjayî balkişandinê ye ku her du rêber, Trump û May bo reformkirina peywendîyên xwe yên navnetewî hîn gav avêtine.

Biryara Brîtanya ya derketina ji Yekîtîya Ewrupa û biryara Amerîka ya ji vekişîna ji Peymana Asya-Pasîfîk wê roleke girîng ser sîyaseta bazirganî ya her du welatan bilîze.

XS
SM
MD
LG