Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Emê Avakirina Dîwarê li Sînorê Meksîko Bidomînin


Serok Donald Trump ji New York Timesê re dîyar kir ku ew dê avakirina dîwarê li sînorê Meksîko bidomînin û biqedînin.

Trump da zanîn ku ew ‘’guh nade’’ danûstandinên ser dîwêr yên li Kongresê.

Wî got ku bo avakirina dîwêr dibe ku ew rewşa awarte ragihîne.

Serokê Amerîka bo dîwarê li sînorê Meksîko ji budçeyê 5,7 mîlyar dolar xwestibûn lê Demokaratan dîyar kiribûn ku avakirina dîwêr ‘’dijî ehlaqê ye û bêbandor e’’ û ew daxwaz red kiribûn.

Jiber nelihevkirina ser dîwêr hikûmeta federal bi awayekî rekor daxistî mabû.

Ger ji danûstandinên nû ti encam dernkeve dibe ku hikûmeta federal di 15’ê Sibatê de careke din were girtin.

Trump di hevpeyvîna New York Timesê de Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi jî rexne kir.

‘’Ya rast min û Pelosi li hev dikir, lê ez dibêm qey niha em li hev nakin. Li gor xirabîyeke mezin dike’’ Trump got.

Pelosi ji rojnamevanan re dîyar kiribû ku ewê nehêlin ku bo avakirina dîwêr pere were xerc kirin.

XS
SM
MD
LG