Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Muşeka Koreya Bakur bi Serokên Japonya û Koreya Başûr re Axifî


Koreya Bakur ragihand ku muşeka balîstîk ya dawî digihêje temamê Amerîka.

Serokê Amerîka Donald Trump, bi rêka telefonê bi serokên Koreya Bakur û Japonya re axifî.

Serokwezîrê Japonya Şinzo Abe di axaftina bi Trump re dîyar kir ku divê ew zexta li ser Koreya Bakur zêdetir bikin.

Serokê Koreya Başûr Mum Jae-in ser muşeka dawî ya Koreya Bakur da zanîn ku dibe ku ‘’êdî ew bikevin nav qonaxeke ku jê veger tune’’. Mun dîyar kir ku ceribandina dawî ya Koreya Bakur provokasyon e û jibo hemî cîhanê gef e.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku muşeka Koreya Bakur bo welatê wan û hevalbendên wan ti gef çênekiriye û lê ji alîyê bilindîya firînê û menzîlê ve, Koreya Bakur pêşde çûye.

Pyongyangê dîyar kiribû ku muşeka dawî, di 53 deqîqe de 950 kîlometre rê çûye.

XS
SM
MD
LG