Serokê Amerîka Donald Trump, dîyar kir ku bo welatên ku alîkarîya tam nadin NATO’yê ‘’çi pêwîst e divê were kirin’’ û da zanîn ku yek ji wan welatan Almanya ye.
Trump, ew gotin di civîna wezîran de, ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî beşdar bû, kir.
Stoltenberg, jiber piştgirîya Trump ya bo NATO’yê pesna wî da. Trump di sala 2016’an de, dema kempeyan hilbijartinê, ser armanca NATO’yê pirs dikirin.
Stoltenberg da zanîn ku bi saya pêşengîya Trump ya bo butçeya berevanîyê hemî endamên NATO’yê butçeya bo berevanîyê zêdetir dikin.