Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: NATO Nav Sê Salên Borî Pêşketinên Girîng bi Dest Xistine


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku NATO di nav sê salên dawî de pêşketinên girîng bi dest xistine.

“Endamên din yên NATO hevbîr bûn ku her sal 130 mîlyar dolar bidin NATO’yê û heta 2024an ew hejmar bigiheje 400 mîlyar dolaran. NATO dê ji ya berê dewlemendtir û bi hêztir be.”

Serok Trump da zanîn ku wî di civînên bi rêberên Tirkîyê, Almanya, Danîmarka û Îtalya de jî mijara cîhanîna erkên dewletên endamên anîye rojevê ku divê herkes 2 ji sedê budceya xwe bo berevanîya NATO’yê veqetîne.

Trump bi berdewamî got ku ewê preskonferansa plankirî betal bike û vegere Washingtonê.

Tebî ku sedema betalkirina bi zelalî nayê zanîn jî, pisporên sîyasî bawer dikin ku Serok Trump wek protesto ew biryar daye.

XS
SM
MD
LG