Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê Ye Trump Îro Plana Xwe ya Rohilata Navîn Eşkere Bike


Trump, Netanyahu û Gantz

Serokê Amerîka Donald Trump, li ber e îro Duşemê hûrgilîyên plana xwe ya aştîya li Rojhlata Navîn eşkere bike, di vê demê de ku Fîlîstînî nerazîbûna xwe li ser sîyaseta Washingtonê dîyar dikin.

Trump îro bi Serokwezîrê Îsraîlê yê rastger Benjamin Netanyahu û rêberê opozîsyonê yê navînger Benny Gantz re li Washingtonê cuda cuda kom dibe.

Piştî hevdîtinan, Trump û Netanyahu wê li Qesira Sipî preskonferanseke hevbeş li dar bixin û çaverê ye ku Trump li wê derê hûrgilîyên pêşnîyara xwe ji bîragiştî re eşkere bike.

Qesira Sipî hêvî dike ku Trump jibo plana xwe piştgirîya her du Netanyahu û Gantz wergire da ku plana xwe ji cîhanê re zelal bike.

Lê, Fîlîstînî ditirsin ku plana Trump dikare xewna wan ya damêzirandina dewleteke serbixwe li Kenara Rojava, Orşelîma Rojhilat û Kerta Gaza tune bike.

Fîlîstînî herwiha rexne li Trump digirin ku çima ew venwexwendine Washingtonê û dibêjin ku bê wan ti olanên aştîyê bi ser nekevin.

Hîjayî bîrxistinê ye ku danûstandinên navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan di 2014’an de hilweşîbûn. Neteweyên Yekbûyî û piranîya dewletên cîhanê piştgirîya çareserîyeke du dewletî dikin ku li gor wê li kelêka dewleta Îsraîlê, Flîstînî jî dibin xwedîyê dewleta xwe.

XS
SM
MD
LG