Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Twitterê de Careke Din Obama Rexne Kir


ji Girtîgeha Guantanamo
ji Girtîgeha Guantanamo

Serokê Amerîka Donald Trump, do Sêşemê ser Twitterê careke din serokê berê Barack Obama rexne kir ku wî hin girtîyên Guantanamo serbest berdabûn. Trump got ku 112 ''girtîyên genî'' ku di dewra Obama de hatin berdan vegerîyane enîyên şer.

Trump dîyar nekir ku ew îdîaya xwe ya jibo 112 girtîyên hatine berdan dispêre kîjan jêderê. Li gor daneyên îstîxbarata Amerîkî, ji 693 girtîyên ji Guantanamo hatine berdan 112 beşdarî komên terorîst yan serhildayan bûne lê ji van tenê tenê 9% di dewra Obama de hatine berdan. Heman dane nîşan didin ku piranîya girtîyên Guantanamo di dema rêvebirîya Bush de jî azad bûne.

Trump, twîta ser Obama, piştî di bernameya ''Fox Friends'' de hat ragihandin ku di êrîşên Amerîkî yên li Yemenê de girtîyekî kevn yê Guantanamo hatîye kuştin, nivîsî. Di nûçeyê de jiber operasyonê rêvebirîya Trump hat pesindan û hat gotin ku girtîyê kuştî di dewra Obama de hatîye berdan.

Obama dema kempeyna xwe ya hilbijartinê soz dabû ku ewê Hepsa Guantanamo bigire. Trump jî eşkere kiribû ewê girtîgehê negire û serbestberdana girtîyan jî rawestîne.

XS
SM
MD
LG