Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ser Azadîyên Olî Gefa Herî Mezin Teror E û Emê Dawîya Wê Bînin


Serokê Amerîka Donald Trump, îro Pêncşemê got ku li ser azadîyên olî gefa herî mezin teror e û soza dawîkirina wê gefê da.

Trump, di civîna Taştîya Duakirinê ya Netewî (National Prayer Breakfast), ku bi beşdarîya rêberên olî yên ji seranserê cîhanê pêk tê, axaftinek kir.

''Divê teror bisekine û ewê were sekinandin jî; tenê jibo demekê dê astengî li pêş me hebin, lê em dê di dawîyê de bisekînin,'' Trump got.

Serokê Amerîka bi berdewamî bal kişand ser ragirtina demkî ya wîza û da zanîn ku rêvebirîya wî jibo penaberan dê pergaleke nû, ku gelê Amerîka ji wê bawer be, ava bike.

Taştîya Duakirinê ya Netewî kevneşopîyek e ku ji 1953'an vir ve li li Washingtonê didome û Fellowship Foundation ya girêdayî edetên Krîstîyanî û endamên Kongresê mêvandarîya wê dikin.

XS
SM
MD
LG