Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li OPEC’ê Dike ku Herikîna Neftê Kêmtir Neke


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê bang li Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) û hevalbendên wan kir ku hilberîna nefta xaw ya nav sala tê kêm nekin da ku nirxê neftê li seranser cîhanê bilindtir nebe.

“Hêvîdar im ku OPEC wê herikîna neftê bidomîne û derfirotinê kêmtir neke. Cîhan naxwaze tiştekî wiha bibîne û neftê buhatir bikire!”

OPEC roja Pêncşemê li Vîyana dicive ku biryara ser hilberînê bide û roja Înê jî bi Rûsya re kom dibe.

Erebistana Saudi ku rêbera nefermî ya OPEC’ê ye, pêşnîyara hilberîna neftê kiribû, lê rastî givaştinên Trump hatibû ku herikîna neftê wek xwe bihêle.

Trump ku aborîya Amerîka xistiye rêza pêşîn ya rojeva xwe, pir caran rexneyên giran li OPEC’ê digirt ku dibe sedema buhabûna benzînê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG