Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îro li Florîda Dest bi Kempeyna Hilbijartinê Dike


Alîgirên Trump li Florîda (Arşîv)
Alîgirên Trump li Florîda (Arşîv)

Serokê Amerîka Donald Trump îro Sêşemê, bi mîtîngeke li bajarê Orlando ya Florîda dest bi kempeyna xwe ya jinûve hilbijartinê dike.

Bi sedan piştgirên Trump, ji şeva borî li cîhê mîtîngê raketine ku bikaribin şûnên rêzên pêşîn ji xwe re peyda bikin.

Piştevan dibêjin ku ew ji polîtîkayên Trump yên derbarê aborî û koçberî gelek dilgeş in jiber ku ew berjewendîya Amerîka û Amerîkîyan tîne pêş hemî tiştên din.

Rexnegirên Trump jî hazirî dikin ku beşdarî mîtîngê bin û nerazîbûna xwe hember wî nîşan bidin.

Jimareke endamên Partîya Demokrat ji bajarê Miami ber bi Orlando rê ketine ku dijî Trump dengê xwe bilind bikin. Karwana Demokratan wê li bajarê Palm Beach û Boca Raton ji bisekinin û bi piştvanên ji wê derê jî tev ki wan bin û herin Orlando.

Istana Florîda, ku xwedîyê 29 dengên desteya hilbijeran (electoral college) e, di hilbijartinên seroktîya Amerîka de roleke girîng dilîze jiber ku berbijarê serketî pir caran dibe serokê welêt.

Serok Trump di hilbjjartina borî de bi yek ji sedê ferqa dengan Florîda qezenc kiribû û vê carê jî girîngîyeke mezin dide wê û kempeyna xwe li bajarê Orlando destpê dike ku rengekî wê yê zelal tuneye.

Tevî ku beşên din yên Florîda bi eşkereyî Komarî yan Demoklat in, Florîdaya Navendî ku Orlando tê de cîh digire, ji rûniştvanên bê partîyên sîyasî pêk tê.

Tevî ku parlamana Florîda û ofîsa walîtîyê ji alîyê Komarîyan ve tên kontrol kirin jî Florîda di asta eyaletê de zû zû cdest diguhere û di hilbijartina serok de dibe istaneke biryarder.

XS
SM
MD
LG