Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dibêje Ew Paketa Alîkarîyê ya bo Vîrusa Korona Îmza Nake


Serokê Amerîka Donald Trump got ku ew paketa alîkarîyê ya 900 mîlyar dolarî îmza naker.

Trump bi vîdeoeyeke ji Twitterê her çiqas bi zimanekî eşkere nekir ku ewê bernivîsê red bike jî, nerazîbûna xwe ragihand.

‘’Ji vê re dibêjin bernivîsa alîkarîyê ya Covidê, lê bi Covidê re hema bêje ti eleqeya xwe tune,’’ Trump got.

Wî da zanîn ku ew ji Kongresê dixwaze ku paketeke ku ji îsrafan û xalên ne hewce dûr hazir bike û bişîne.

Di bernivîsê de ji bilî alîkarîyên bo vîrusa korona 1,4 trîlyon dolar jî bo bernameyên hikûmetê hebû.

Trump rêjeya alîkarîyên bo Kamboçya, Misir, Pakistan, Kosta Rika, El Salvador, Nîkaraguha, Honduras û Panama rexne kir û dîyar kir ku bo hemwelatîyên Amerîka hindik pere hatiye veqetandin.

Serok Trump da zanîn ku alîkarîya rastexwe ya bo hemwelatîyan Amerîka divê ji 600 dolarî rabe 2000 dolarî.

Demokrat û Komarîyan piştî danûstandinên bi mehan dom kiribûn li ser paketê li hev kiribûn û paket li Civata Nûneran li hember 53 dengan bi 359 dengan, li Civata Senatoran jî li hember 6 dengan bi 92 dengan hatibû pejirandin.

Serokê hilbijartî Joe Biden ser paketa alîkarîyê dîyar kiribû ku ew ‘’gava pêşî’’ ye û gotibû ku divê hikûmet zêdetir piştgirîyê bide.

XS
SM
MD
LG