Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ: Trump û Şêwirmendê Wî Ser Avakirina Partîyeke Nû Axifîn


Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Serok Donald Trump bi şêwirmendên xwe re ser avakirina partîyeke nû axifîye.

WSJ’ê ji zarê hin jêderên ku ser danûstandinên Trump yên bi şêwirmendan re hin agahîyan dizanin dîyar kir ku navê partîya nû dê ‘’Partîya Welatperwer’’ be.

Qesira Sipî hîn ser îdiaya WSJ’ê ti şirove belav nekiriye.

Li gor nûçeya WSJ’ê, bo avakirina partîyeke sîyasî ya nû dem û diraveke pir divê û hîn nayê zanîn ku Trump di vê mijarê de çiqas cidî ye.

Hêjayî bîrxistinê ye, piştî bûyerên tundûtûjîyê yên li Kongresê hin Komarîyan ser helwesta Trump bertek nîşan dabûn.

Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel roja Sêşemê, di axaftina pêşî ya li senatoyê de dîyar kir ku kesên êrîşî avahîya Kongresê kirine ‘’çete’’ ne.

McConnel dîyar kiribû Serok Donald Trump û hin kesên din yên hêzdar bi ‘’derewan ketine serê çeteyan’’

Ew gotinên McConnel yên wî yên herî tund in ku heta niha dijî Trump bi lêv kirine.

XS
SM
MD
LG